Günay Nuh, Abdullah Söylemez
09 Hezîran 2026•Rojanekirin: 09 Hezîran 2026
Li Erdexan û Agiriyê tavî û teyrok hat.
Taviya ku li tevahiya bajarê Erdexanê êvarê dest pê kir lo navenda bajêr û hin herêmên şûna xwe ji teyrokê ra hişt.
Ji ber teyroka ku bi taybetî li herêma Çiyayê Yildizliyê bi bandor bû gir spî xemilîn.
Piştî şiliyê li hin herêmên bajêr keskesor derket. Piştî tavî û teyrokê li herêmê germahiya hewayê ket.
- Agirî
Li Eleşgir û Diyadîna navçeyên Agiriyê jî tevî û teyrok hat.
Ji ber şiliya ku li navçeya Diyadînê hat kûçe û kolan av kom bû.
Qaymeqamê Diyadînû Furkan Korkusuz li taxên ku şiliyê bandor lê kir tedqîq kirin û hişyarî da welatiyan ku hember rewşên neyinî baldar bin.