Beşir Şavur
16 Gulan 2026•Rojanekirin: 16 Gulan 2026
.Otomobîla bi plakaya 34 DZ 1389 a ku navê ajokarê wê hê nehatiye hînbûn li texma Kolana Hurriyetê ya rêya Omerlî-Mîdyatê welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da M.S.A. (68), A.A.C. (50) û T.A. (75) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
T.Ayê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Omerliyê jiyana xwe ji dest da.