Sabri Yıldırım
21 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2026
Li Mûşê hilberînerên ku di pêşbaziya hingiv da ketin dereceyê xelatên xwe hildan.
Bi hevkariya Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr, Zanîngeha Mûş Alparslanê, Yekîtiya Mêşvanên Bajarê Mûşê û Yekîtiya Hilberînerên Hingiv a Bajarê Mûşê pêşbaziya hingiv hat lidarxistin.
Merasima xelatê ya ku li Hêwana Konferansê ya Prof. Dr. Bekîr Topaloglu ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê hat lidarxistin bi sekna rêzdariyê û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir.
Waliyê Mûşê Avnî Çakir di merasimê da axivî û diyar kir ji bo ku hingivê Mûşê bibe marqe divê xebat bên kirin.
Çakir got girîng e ku di navbera hiberîneran da reqabeteke xweş çêbe û ev gotin:
"Her tişt pere nîne. Mirov dikare her tim pereyê qezenc bike lê mirov her tim nikare ku karê marqebûnê bike. Em ê li pey wê birevin. Kalîteli her dem pereyê jî tîne. Înşeallah em jî di bê mijatê da hingivê Mûşê taybet bikin. Armanca vê pêşbaziyê ew e. Înşeallah ev hê pêşbaziyeke biçûk e. Ji niha pê va em ê vê pêşî li heerêma xwe paşê li tevahiya welêt paşê jî înşeallah di qada navneteweyî bikin ji ber ku li ba melzeme zehf e, mêş zehf in, hilberîn zêde ye. Em ê înşeallah hemû bi hev ra reklam, bazarkirin, marqebûna hingiv bikin û vê jî bi stratejiyên rast bikin. Dema ev bê kirin jî pêşbaziyên wiha girîng in."
Çakir diyar kir armanca wan ew e ku herî kêm 400 hilberîner beşdarî pêşbaziya bê bibin û got ku li bajêr bi hezaran mêşvan hene û salane 610 ton hingiv tê rakirin.
Mêşvan Şahît Yîgîtê ku yek ji wan 26 hilberîneran bû ku beşdarî pêşbaziyê bûn bû yekemîn û got ji ber ku ket dereceyê kêfxweş e, spasiya kesên pêşbazî li dar xistin kir.
Piştî axaftinan xelatên kesên di pêşbaziya hingiv da ketin dereceyê dane wan.