06 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
ANKARA
Dengdayîna ji bo kifşkirina vîdeo û wêneyên meha nîsanê ku ji ser malpera tirkî û îngilîzî ya Anadolu Agencyê (AA) bi beşdarbûna hezaran kesî ve bi dawî bû. Di kategoriya nûçeyan de 11, di kategoriya jiyanê de 17 û di kategoriya sporê de 13 wêneyan cih girt. Di kategoriya vîdeoyan de jî 5 vîdeo hebûn.
Di encama dengdayînê de "Wêneya Mehê" û "Vîdeoya Mehê" hatin hilbijartin.
Di kategoriya nûçeyan de wêneya bi navê "Xilaskirina welatiyan a ji terorê" ya Omer Orer, di kategoriya jiyanê de wêneya "Jinên li ser tendûrê" ya Alî Îhsan Ozturk û di kategoriya sporê de jî wêneya "Sporvana 70 saliyî" ya Vedat Yucebaş hatin hilbijartin û bûn wêneyên meha nîsanê.
Di kategoriya vîdeoyê de jî vîdeoya ku Ahmet Kavakli bi sernava "Pîra Şerîfe di servîsa bi lez de şimikên xwe yên bi herî derxist û kete hundirê odeyê" dabû hat hilbijartin.