10 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
MÛŞ
Zubeyîr Bakirê 111 salî yê ku li Mûşî dimîne destnîşan kir ku 107 nevî û 4 nevî çirkê wî hene.
Bakirê ku li gundê Kepenekê dijî daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku 107 nevî û 4 nevî çirkê wî hene.
Bakirê ku di vî emrê xwe yê mezin da hemû karên xwe dike diyar kir ku çend sal berê xanima wî Nazîre rehmet kiriye û wiha xeberda: "Xanima min di 90 saliya xwe da mir. Em 76 sal bi hev ra jiyan. Piştî mirina wê ez hatim cem zarokên xwe. 107 nevî û 4 nevî çirkê min hene. Ez roja xwe digel wan derbas dikim."
Bakir destnîşan kir ku kurê wî yê herî mezin 70 û yê herî biçûk jî 50 salî ye û wiha got: "Ji ber vê jî min gelek hikûmet dîtin û şahidî li gelek bûyeran kir."
Abdulmelîk Bakir jî destnîşan kir ku bavê wî hemû karên xwe, ew bi xwe dike û wiha xeberda: "Bavê min gelek zehmetî kişandiye. Vê gavê rewşa wî baş e. Tenê guhê wî giran bûne. Wek mayîn rewşa wî baş e. Car caran bi zarok û neviyên xwe ra tê bal hev û qala rojên berê dike."