Halil İbrahim Sincar
10 Hezîran 2021•Rojanekirin: 15 Hezîran 2021
Xebatên ji bo ava Çemê Feratê bibin Deşta Mêrdînê dewam dikin, hedef ew e ku hetanî dawiya salê avê bidin 5 hezar dagar erdî.
Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ya Wezareta Çandinî û Daristanan dimeşîne da bi xebatên Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) 221 kîlomêtro Xeta Avê hat temamkirin û niha jî tîsîsên depoya avê û xebatên şebekeya ser xetê dewam dikin.
Ji sedî 80yê depo û înşaeta avê hat temamkirin, peyderpey milyonek dagar erdê bigihîje avê. Bi vî awayî li herêmê di salê da 2-3 caran zeviyê werin ajotin. Projeyê ji 100 hezarî zêdetir kesî ra jî bibe firsenda kar.
- Piştî xebatan avê here zeviyan
Mahmut Demîrtaşê Waliyê Mêrdînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kanala 221 kîlomêtroyî hat temamkirin, ji bo av here ser zeviyan xebatên din dewam dikin.
Demîrtaş destnîşan kir ku qada ku av lê were depokirin tê avakirin û wiha axivî: "Qada depoya avê ya Mêrdînê 10 hezar dolim erdî digre. Ji sedî 80yê xebatê hat temamkirin. Dema ev were temamkirin bi îzna Xwedê 835 hezar dagar erdê were avdan. Xêncê vê xebatên kanalên navberê yên avdanê jî dewam dikin. Dema xebat temam bibin avê here ber serê zeviyan."
Demîrtaş got ji niha va ji Mêrînê ra bi xêr be û wiha pê da çû: "Kanala herî dirêj a Tirkiyeyê ye. Ji kanala Suweyşê dirêjtir e. 3 qat ji Kanala Panamayê dirêjtir e.Em ê 233 milyon lire tevkariyê bidin aboriya welêt. Projeyeke bêhempa ye."
Demîrtaş diyar kir ku dema av here ber serê zeviyan tu kesê ji ava binê erdê îstifade neke û wiha axivî: "Bi vî awayî ava binê erdê ew ê were mihefezekirin. Qada depoya avê ya Mêrdînê ew ê hem ji bo avdana zeviyan were bikaranîn hem jî ava binê erdê zêde bike. dema tênahiya axê zêde be jî ber û bereketê zêde be. Înşaellah hem hilberînê hem jî îstixdamê zêde bibe."
Mehmet Şerîf Oterê Serokê Navenda Bazirganiya Xibubatê ya Qiziltepeyê jî got dixwazin di dema herî nêz da ava GAPê were zeviyan.
Oter got GAP ji bo herêmê û Tirkiyeyê gelekî girîng e û ji rayedaran xwest ku bira perwerdeyê bidin cotkaran da ku zirarê nedin erdên bi ber û bereket.
- "En kısa zamanda topraklarımızın suyla buluşmasını istiyoruz"
Çiftçi Hasan Kalkan da kuraklık nedeniyle zor günler geçirdiklerini belirterek, "Bu sene kuraklıktan dolayı verim kaybı yaşadık. Bu nedenle GAP Projesi bizim için çok önemli. İnşallah en kısa zamanda topraklarımızın suyla buluşmasını istiyoruz." dedi.
Hasan Kalkanê cotkar jî got ji ber hişkahiyê rojên zor derbas dikin û wiha axivî: "Me îsal ji ber hişkahiyê zêde dexl û den hilneda. Ji ber vê GAP ji bo me gelekî girîng e. Înşaellah di dema herî nêz da avê were ber zeviyên me."