Mert Hasan Işlamaz
25 Nîsan 2026•Rojanekirin: 25 Nîsan 2026
Li Osmaniyeyê barana ku di mehên dawîn da bi bandor bû, debiya Şelaleya Karaçayê zêde kir.
Debiya Şelaleya Karaçayê ya li Çiyayên Amanosê, bi baran û heliyana berfê ra zêde bû.
Herêma ku şelale lê ye bala siruşthezan dikêşe û yên ku dixwazin di nava siruştê da demê derbas kin berê xwe didin wêderê.
Herêma ku parkûreke meşê jî lê hatiye çêkirin, tevî gelê parêzgehê mazûvaniya kesên ku ji derdorê tên jî dike.
Rustem tureciyê ku ji Ceyhana navçeya Adanayê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku berî nuha jî serdana devera ku şelale lê ye kiriye, lêbelê bê çêbûna parkûrê ra êdî ew dever xweştir bûye.
Halime Mutluya ku ji Gazîentabê hatiye destnîşan kir ku devera ku şelale lê ye, ji bo kesên ku dixwazin li siruştê demeke xweş derbas bikin cihekî xweş e.