Türkan Tosun
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
AGRI
Li Agiriyê masîgir qeşaya li ser Bendava Yaciziyê dişkînin û masiyên ji golê digirin va debara xwe dikin.
Zivistan li bajêr gelekî dijwar derbas dibe û her der berf û qeşa digre.
Çem û bendavên qeşagirtî ji bo masîgiran dibe deriyê debarê.

Bendava Yaciziyê ya 18 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e qeşa girtî ye, lê masîgir qeşaya li ser bendavê dişikînin û torên xwe davêjin ku masiyan bigirin.
Piştî 3 rojan masîgir tên devê bendavê û torên xwe dikişînin û masiyên 8-10 kîloyî dibin difroşin.
Masîgir Huseyîn Can ji nûçegihanê AAyê ra got wan li 40 cihên bendavê qeşa şikênandine ku torê bavêjin û masiyan bigirin.
Can got karê ku dikin zehmet e lê ji bo debarê ew mecbir in û wiha dewam kir: "Em 3 roj piştî ku me tor avêtiye tên û dikşînin. Heke nesîbê me hebe pir baş e, em heman masiyan dibin û difroşin. Karê me zehmet e, lê em çi bikin ji bo nanê xwe em mecbur in. Em hîn bûne. Carna em masiyên 8-10 kîloyî digrin."
Îsmet Can jî got hewa pir sar e, lê ew dîsa jî dixebitin û wiha axivî: "Dema germahiya hewayê di bin sifirê da 20-30 pile be jî em tên toran davêjin. Em 4 heval tên li vir û hema hema 30 kîlo masî digrin. Serê merivê 100-150 lire dimîne."