Ahmet Aydın
20 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2020
Hunermenê dengxweş Kazancî Bedîh ku bi sitran û xezelan xwe yên di şevê sirayan ên Urfayê de mohra xwe li Mûzikîka Gel a Tirkî da di 16emîn salyada wefata xwe de tê bibîranîn.
Hunermend Bedîh Yoluk sala 1929an de li Şanliurfayê jidayik bû. Bedîhê layê malbeteke feqîr pîşeya xwe ya eslî qazancîtî bi dirêjên salan domand.
Ji ber ku di wî karê xwe de jî serkeftî bû di nava gel de weke Kazancî Bedîh bi navûdeng bû. Sala 1948an çû eskeriyê û 1950 de weke karker di şaredariyê de dest bi xebatê kir û di 1975an de bû malnişîn.
Ji ber eleqeya wî ya bi mûzîkê re di wextên xwe yên vala de li taziyeyan û mewlîdan de xezel dixwendin.
- Ji hunermendan re bû nimûne
Kazancî Bedîhê ku piştî sala 1977an xezel dixwendin û di demeke kurt de bi wê jî meşhûr bû.
Hoste Kazancî Bedîhê ku helbestên dîwanî yên Fuzûlî û Nabî bbi dengê xwe yê bê wêne dixwendin dikarîbû yek gufteyê bi çend meqamên cuda bixwîne.
Dengxweşê Rihayê di salên 1980î de gelekî bal kişsandin ser xwe û bi heskiriyê ber dilê gel.
Gelek sitranbêjên weke Îbrahîm Tatlises, Mahsun Kirmizigul, Selahattin Alpay û Mahmut Tuncer wî ji xwe re kirin nimûne.
- Şevên Sirayê bi navûdeng kirin
Bi saya Bedîhiyê Kazancî Şevên Sirayê ber belav bûn û bû sedema wê yekê ku di asta neteweyî de bên zanîn.
Hunermend ji piştî sala 1996an ve hejmarek gelek plak çêkirin û bi sitrana ku digel Mahsun Kirmizgul xwend ya bi navê Keça Nemrûd, piştî mirina wî klîp jê re hat çêkirin.
Xezelxwanê Rihayê sala 2003an ragihand ku dev ji hunerê berdaye û 19ê meha çileya 2004an li Şanliurfayê bi sedema jiberhatina xaza karbonmonoksît ji sobeya malê, jehrî ket û canê xwe ji dest da.