Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
29 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2022
Mehmet Nîmet Kayayê (84) ku Serokê Komeleya Tiloyiyên li Stenbolê bû û di qezaya trafîkê ya li Fatîh a navçeya Stenbolê qewimîbû da miribû li Tiloya navçeya Sêrtê hat definkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh li Mizgefta Fatîhê beşdarî nimêja cinazeyê Kaya bû û cinazeyê Kaya anîn navçeya Tiloyê.

Li Mizgefta Mezin a Tiloyê ji bo Kayayê bavê Ridvan Kayayê Serokê Giştî yê Ozgur-Derê ye nimêja cinaze hat kirin û paşê jî cinaze li Goristana Tiloyê hat definkirin.
Tevlî nas û dostên malbatê Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu, Parlementerê AK Partiyê yê Sêrtê Osman Oren, Alîkarê Serokê Têkiliyên Derva yê AK Partiyê Atif Demirkiran, Fermandarê Cendirme yê Bajêr Tuxgeneral Ugur Ertekîn, Serokê Sêrtê yê AK Partiyê Ekrem Olgaç û welatî jî beşdarî merasima cinazeyê Kaya bûn.