Rauf Maltaş,Okan Coşkun,İsmail Kaya
13 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2023
Cinazeyê şêxê cimaeta Menzîlê Seyyîd Abdulbakî Erol li Kehtaya navçeya Adiyemanê hat definkirin.
Cinazeyê Erol ji nexweşxaneya Stenbolê ya ku lê tedawî dibû hat hildan û ew anîn Kehtayê.
Dema cinaze hat anîn qasî 15 kîlomêtroyan rêza wesayîtan çêbû.
Hêzên ewlehiyê devê gund girtin û ji kesên ku dixwazin beşdarî merasima cinazeyê bibin ra gotin bila ew wesayîtên xwe li otoparka ku hatiye nîşandan bihêlin.
Bi hezaran kesî cinaze pêşwazî kir, piştî nimêjê ew li goristana malbatê hat definkirin.
Waliyê Adiyemanê Osman Varol, Şaredar Suleyman Kiliç, Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî û gelek kes beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Seyyîd Abdulbakî Erolê 74 salî demek e nexweş bû, qasî sal û nîvekê bû ku li Stenbolê tedawî dibû.