HAKKARÎ
Çiyagerên hekariyî ji bo Cejna Newrozê hilkişiyan serê çiyayê Buyukkayayê ku bilindahiya wî 3 hezar û 300 raqim e. Çiyageran li vir pankarteke ku li ser bi kurmancî, zazakî, tirkî û îngilîzî "Newroz Pîroz Be" nivîsandî vekir.
Nûnerê Federasyona Çiyagerên Tirkiyeyê yê Hekariyê Nacî Ertûnç digel 3 çiyageran hilkişiya çiyayê Buyukkaya.
Çiyager bi zehmetî hilkişiyan serê çiyê û li vir pankarta ku li ser bi 4 zimanan "Newroz Pîroz Be" nivîsandibû vekir.
Ertûnç got ku ew bi minasebeta Cejna Newrozê hilkişiyan çiyê û wiha got: "Em dixwazin di qadeke aştiyane de, bi hev re bijîn."
Ertûnç Cejna Newrozê ya hemûyan pîroz kir û got ku ew hêvî dike ku pêvajoya çareseriyê jî bigihêje encameke baş.