Haydar Şahin
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
ADIYAMAN
Daxwaza herî mezin a Fatma Ozdena 114 salî ya li Yeşîlyurta taxa Adiyemanê bi tena serê di malê da dijî ew e ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bibîne.
Fatma Ozdenê di jiyana xwe da ji Siltan Evdilhemîdê 2yan hetanî Mustafa Kemal ji heyama dehan mezinên welêt ra şahidî kir û niha jî roja ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bibîne xeyal dike.
Pîrika Fatma ya ku bi mehaneya biyîtiyê ya ji mêrê wê yê ku miribû û alîkariyan jiyana xwe didomîne ligel şert û mercên dijwar hewl dide ku li ser piyan bisekine.

Pîrika Fatma ligel zarok û neviyên xwe bi piştgiriya cînarên xwe jiyana xwe didomîne û dixwaze ku Serokomar Erdoganê wekî kurê xwe dibîne carekî bibîne.
Fatma Ozden ji bo ku Serokomar Erdogan bibîne di seranserê rojê da televizyonê vekirî dihêle û bi baldarî teqîb dike.
Ozdenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beriya mirina xwe daxwaza wê ya dawîn ew e ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra nasya xwe bide hev.
- 7 zarok 32 nevî û 15 nevîçirkên wê hene
Ozdenê diyar kir ku 30 sal berê mêrê wê mir û li ser vê mala xwe ji gund barî bajêr kir û wiha axivî: "7 zarok 32 nevî û 15 nevîçirkên min hene. Mixabin kes berbi min nayê, tenêtî bi min zor tê, cînar piştgiriyê didin min."
Ozdenê got ku zehf dixwaze Serokomar Erdogan bibîne û wiha pê da çû:
"Ez her roj wî di televizyonê da dibînim. Guhên min rind nabihîzin, çavên min kêm dibînin ez dîsa jî hewl didim ku wî bibînim û dengê wî bibîhîzim. Erdogan bavê gel e. Wekî kurê xwe jê hez dikim, daxwaza min a herî mezin jî ew e ku wî bibînim. Xwedê emrekî bi xêr bide wî û emrê wî dirêj bike. Ez her tim ji wî ra dia dikim."
Pirîka Fatma got her tim jê dipirsin ku meriv çito dikare zêde bijî û wiha axivî: "Ev emra Xwedê daye lê me li gund xurekên tebiî xwarin û em zehf xebitîn. Dimisê me, rûnê me kêm nedibû. Me her tişt ji xwe ra çêdikirin."