Şaredariya Kepezê milyonek û 800 hezar lîre pere xerc kir da ku Parka Çîrokan bide çêkirin. Zarokên diçin parkê lehengên fîlmên karton ên ku pir jê hez dikin dibînin, bi wan re wêneyan dikşînin û derdikevin rêwitiya çîrokan.
Park li gor çîrokan hatiye çêkirin. Di parkê de lehengên fîlmên karton Tom û Jerry, Caîllou, Pepe, Red Kît, Singer Bob, Şêrê Qral, Dewra Kevir hene. Lehengên çîrokên Pisîka Xweliyê, Keçelok, Rapûnzel, Pînokyo, Bogaçhan, Hacîvat û Karagoz, Don Kîşot, Elaaddîn, Keçika Kumsor, Xoceyê Meşûr, Dûmrûlê Dîn û Heft Hecûc jî li parkê hatine çêkirin û bala zarokan dikşînin.
Di çîroka Keçelok û dayika wî de kalikê zana, keybanû, padîşah, wezîrê reş, cazûya xirab û lenehgên din ên nebaş hatine çêkirin.
Ji bo çîroka Rapûnzel jî Rapûnzela ku porê xwe ji bircê daxistiye jêrê, mîrzeyê ku bi hespa xwe ve ber bi bircê ve diçe û cazû wek maket hatine çêkirin.
Çîrokên Xoceyê Meşûr yên bi navê "golê haveyn dike", "kesê ku pere dide fîqê dixe" û "stîlê zaye" tên zanîn jî pir xweşik hatine çêkirin.