Önder Beyter
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Li Sêrtê komeke zarokan bi derfetên xwe ji lastîkên wesayîtan ên xebitandî qadeke voleybolê çêkirin û di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di qadê da ji xwe ra dileyîzin.
Li Taxa Navendê Afetevlerê zarokan di zeviya xalî ya nêzîkî taxê da bi lastîkên wesayîtan ên xebitandî qadeke voleybolê çêkirin.
Zarokan ji bo ku gava dikevin erdê, strî di pê wan ra neçe, qarton raxistin erdê. Herwiha zarok li gorî mesafeya civakî dûrî hev disekinin, maske didin ber devê xwe û wisa dileyîzin.
Ji zarokan Nursen Oysala 13 salî diyar kir ku dê sînordarkirina pêvajoya Kovîd-19ê da ew di malê da behntengî bûn.
Oysalê diyar kir ku gava ew derketin derva, wan ligel hevalên xwe biryar da ku di zeviya xalî ya li taxê ji xwe ra qadeke voleybolê çêkin û wiha dewam kir:
"Me bi derfetên xwe bi lastîkên wesayîtan ên xebitandî qadeke voleybolê çêkir. Me bi 2 daran jî fîle ragirt. Ji bo ku strî di piyên me ra neçin, me qarton raxistin. Ev qas ji destê me hat. Em dixwazin ku ji bo me parqeke xweşik were çêkirin."
Rumeysa Erenê (10) jî diyar kir ku ew di qada ku wan bi destê xwe çêkir da bi dilxweşî dilîzin.
Firat Oysal (12) jî got ku wan bi keda xwe ev qad çêkir û lewma kêfa leyîstina li vê derê cudatir e.