HAKKARİ - YILMAZ KAZANDIOĞLU
Navçeya Şemdînliyê(Şemzînanê) ya li ser Hakkariyê, berê bi şer û pevçûnê dihat rojevê, lê bi pêla çareseriyê re di meha Remezanê de aramî û hizûr jê difûre.
Şemdînliya ku tim bi şer û pevçûnê diket bîra me, di meha Remezanê de şadî û bextewarî jê kêm namîne. Di meha Remezana Şerîf de xelkê Şemzînanê piştî fitarê li kolana Cûmhûriyetê dicivin û heta paşîvê li gel hev sohbet dikin.
Yekane parka herêmê ya bi navê 'Parka Zarok û Malbatê ya Qaymeqamtiya Şemdinliyê' her şev bi welatiyan geş û xweş dibe. Aramî û hizûra ku bi pêla çareseriyê çêbû kêfa welatiyan xweş dike.
Qeymeqamê navçeyê Cengiz Erdem jî hat parkê û bi welatiyen re sohbet kir.
Qeymeqam Erdem got: ''Ev parka ku ji aliyê qeymeqamtiya me ve hatiye avakirin kêm be jî dilê malbatan xweş dike. Gelê me tevî malbat û zarokên xwe, tên parkê û heta derengê şevê kêf dikin û piştre vedigerin malên xwe.''