Li Hekariyê ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr, 2 zarokên ku ji bo komkirina rûbêsan çûn serê çiya û li wir asê man, xilas kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, zarokên bi navê Huseyîn Çîftçî û Zekeriya Dayan ji bo rûbêsan kombikin çûn Çiyayê Şîvekorê û li vir asê man.
Her du hevalan bi têlefonê li polês û cendermeyê geriyan û alîkarî xwest. Li ser hewara zarokan ekîbên cendermeyan dest bi xebatê kir.
Ekîb ji bo zarokan xilas bikin nêzî 2 saetan xebitîn. Zarok xilas kirin û gihandin malbatê wan. Zarok û malbatê wan sipasiya tîmên cendirmeyê kir.