Günay Nuh
15 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2022
Li Goleya navçeya Erdexanê deşt û zozan, dar û devî bi rengên payîzê xemilîn.
Li navçeya ku zivistan lê sar û bi zehmet derbas dibe eleqeya ziyaretvanan kêm nabe û daristanên li navçeyê bi rengên her demsalê balê dikişîne ser xwe.
Di van rojan da reng û rûçikên demsala payîzê li ser dar û deviyên navçeyê serdest in û rengên zer, şîn, porteqalî û curbecur ên sor deşta Goleyê dixemilînin.

Welatî li navçeya ku bi reng û rûçikê xwe yê xweş derdikeve pêş digerin û kêf dikin.
Ji şêniyên herêmê Serkan Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeyê zivistan sar derbas dibe û Gole jî bi xweşiyên demsalê va balê dikişîne û wiha domand: "Niha daristan û deşta Goleyê bi rengên zer xemiliye û ev jî dîmenekî xweş radixe pêş çavan. Divê mirov bên û vê derê bibînin."