Elif Orhan
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Mûşê Erhan Kayayê ji zanîngehê mezûn bûye ji aliyekî va gavantiyê dike ji aliyê din va jî ji bo KPSSyê amadehiyê dike.

Kayayê 25 salî ji Beşa Mihasebeyê ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê mezûn bûye (ZAM) û her roj sibê zû radibe û heywanên xwe derdixîne zozanan.
Kaya li wir gavantiyê dike ji aliyê din va jî amadehiya KPSSyê dike.

Kaya daxuyaniya xwe da qal kir ku berî niha 3 caran ket ezmûnê lê puanekî bi dilê xwe nesitand û got ku "Ji ber ku tayîna min çênebû ez li gundê Beşparmakê şivantiyê dikim. Ez li ber 300 dewarî me. Ez di nav rojê da hem heywanan diçêrînim hem jî dersa xwe dixebitim."