BATMAN
Li Gurgenliya gundê Sasûna navçeya Batmanê, şêniyên gund bi şîrêza tirî û gûzan va bi giştî zivistanê, her demsal beniyan çêdikin.
Gundê Gurgenliyê ji 60 malan pêk tê û şêniyên gund îdara xwe bi rezê tiryan dikin. Gundî payîzê tiriyên xwe dikin dimis û bi wî dimsî jî beniyan çêdikin û difroşin. Li herêmê ji beniyan re şaran jî tê gotin. Malbat ji bo beniyan havînê nêzî 4 tonan kakilê gûzan dikirin û bi van 10 ton benî çêdikin.
Ji şêniyên gund Abdulhalîm Yavuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew beniyan çêdikin û difroşin bajarên herêmê, ji bajarên rojava jî ji wan re teme tên.
Yavuz got serê malê rojê kêm zêde 200 şaranî çêdike û ew van beniyan ji hin fûaran ra jî dişînin.
Yavuz daxuyand ku ew berê li Stenbolê wek garson dixebitî û wî pişt ra garsontî berda û hat gundê xwe ku şaranan çêbike û wiha dewam kir: "Ev kar ji garsontiyê çêtir û kara wî zêdetir e."
Safiye Yavûzê jî got ku ew ji bo beniyan rojê nêzî 15 kîlo kakilê gûzan di bendan ra dikin û wiha dewam kir: "Em paşê van kakilan di nav pelûra ku ji dimis û ar tê çêkirin da dikin û hişk dikin."
Lazgîn Yavuz jî got ku divê pelûra beniyan baş wele hasilkirin û wiha dewam kir: "Hevîr û dimisê beniyan çi qasî baş bipije, şaran jî ew qasî baş çêdibe. Şaran mehên zivistanê zêdetir tên firotin."