Haydar Şahin
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Hayrî Ataşê li Elezîzê heywandariyê dike conegayê xwe yê navî wî daniye "Herkul" ê ton û nîvek tê derxist firotinê.
Ji eydê ra hindik ma û li bazarên heywanan qerebalixî zêde dibe, heywandar heywanên xwe yên bi kedeke mezin xwedî kirine ji bo firotinê derdixin bazaran.
Hayrî Ataşê (43) li Heybeta taxa Qovancîlerê dijî conegayê xwe yê sîmental ê navê wî daniye "Herkul" û ton û nîvek tê bi 23 hezar lireyî derxist firotinê.
- "Min ji zarokên xwe birî û da Herkul"
Ataş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xwedîkirina cisnê sîmental hêsan nîne û bi kedeke mezin heywanên xwe xwedî kirin.
Ataş got conegayê xwe yê 2 salî piştî ku bû 3 mehan bi tenê şîrê çêlekê xwedî kir paşê jî bi yêmê golikan alif kir, ji bo conega mezin bibe gelekî fedakarî kir.
Ataş destnîşan kir ku bi baldarî conega xwedî kirin û bi malbatî gelekî ji Herkul hez dikin.
Ataş axaftina xwe wiha domand:
"Min ji xwe û zarokên xwe birî û da Herkul. Min gelekî rind heywanê xwe xwedî kir. Yêmê herî rind da wî, dema nexweş ket min bir ser beytar û derman kirîn. Dema hewa germ dibû min bi sabûnê dişûşt. Dema di hefteyekê da carê nehata şûştin aciz dibû. Dema paqij bûya mêş û mozequtk nedihatin ser û rihet dikir. Ji bûyînê hetanî nika min ew mîna zarokekê xwedî kir."
- "Ez ê mecbûr bifroşim"
Ataş diyar kir ku ji bo Herkul xwedî bike bi şev ji xewa xwe rabû û alif kir.
Ataş wiha axivî: "Min rizqê zarokên xwe bi Herkul ra parve kir. Wekî dergûşekê xwedî kir û firotina wî gelekî zor e. Lêbelê dibê êdî em ji hev veqetin, ez ê mecbûr bifroşim."