Cüneyt Çelik,Ali Çelik
20 Sibat 2024•Rojanekirin: 27 Sibat 2024
KARS (AA) - Çiyayên li herêma Çemçe-Madurê ya Qaxizmana navçeya Qersê piştî ku aramî û ewlehî pêk hat ji bo kesên siruştê hez dikin bûn cihê ger û geştê.
Qaxizman bi siruşta xwe ya destnedayî balê dikişîne û bi gelî, çiya, çem û nebatên endemîk yên curbicur va hêjayî dîtinê ye.
Navê herêma Çemçe û Madurê bi salan e bi terorê ra têkildar bûbû ku piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê êdî li vir aramî pêk hat.
Herêma ku bi saya xebatên hatin kirin ji hêla turîzmê va çalak bûye mazûvaniya geştiyaran dike ku ji wan gelek bajarên der û dorê û bi taybetî jî ji Îdir û Qersê ne.
Hezkiriyên siruştê bi rêberiya rêberan diçin çiyayan, bi saetan li ser rêya 15 kîlomêtroyî dimeşin û hildikişin lûtkeyê.
Di bin serkêşiya Kluba Lêgerîn û Xelaskirinê ya Çiyagerî û Werzişên Siruştê ya Qersê (KARSDAK) û Kluba Werzişê ya Çiyagerî û Duçerxê ya Îdirê (IDABIS) da gera li heremê hat tertîpkirin.
Kesên beşdarî çalakiyê bûn di nav berfê da rêwîtiyeke dijwar derbas kirin û paşê hilkişiyan çiyayê ku bilindahiya wê 2742 mêtro ye alaya Tirkiyeyê vekirin.
- "Ev der cihekî pir xweş e û gelek çiyayên wê hene ku divê meriv hilkişe"
Serokê KARSDAK Ozfer Koçak ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, herêma Çemçe-Madurê zivistanê bi awayekî cudatir xweş dibe.
Koçak bal kişand ku ew dixwazin li navçeyê turîzmê geş bikin û wiha dewam kir, "Me digel hevalên ji Qers, Qaqizman û Îdirê hatin, çalakiyeke pir xweş pêk anî. Erdnîgariya Qaqizmanê pir sipehî ye û em bi serkeftî derketin serê çiya. Ez dixwazim hemû çiyager bên vê herêmê, lewra ev der cihekî pir xweş e û gelek çiyayên wê hene ku divê meriv hilkişe."
Çiyager Onur Benli jî diyar kir ku wî ji çalakiyê gelekî hez kir û wiha dewam kir, "Me di nav piçekî berf, piçekî çêre û hinekî jî daristan da meşeke şirîn kir. Zehmetiyeke teknîkî ya vir tuneye, herkes dikare derkeve vir."
Mîr Kasim Yalçin jî diyar kir ku ew ji Îdirê beşdarî geryanê bû û wî erdnîgariya Qaqizmanê pir eciband.