Jiyan

Hespan ji guran û sermayê xilas dikin

Li Mûşê Yasîn Becerîklî û bavê wî Mehmet Şîrîn Becerîklî hespên ku xwediyê wan berdane çolê xwedî dikin û nahêlin ew ji birçîbûn û sermayê telef bibin

Türkan Tosun  | 05.02.2019 - Rojanekırın : 06.02.2019
Hespan ji guran û sermayê xilas dikin

Muş

MUŞ

Li Mûşê xortekî bi navê Yasîn Becerîklî (18) û bavê wî hespên ku xwediyê wan berdaye derva tînin xwedî dikin û nahêlin hesp ji sermayê biqefilin û bibin xwurê guran.

Li gundê Karabeya girêdayî navenda Mûşê welatî havînê ji bo kişandina bar û karên din hespan dixebitînin, dema dibe zivistan ji bo alif nedin hespan van heywanan berdidin çolê.

Hespên li çolê dimînin an ji sermayê telef dibin an jî gur wan dixwin.

- "Ez naxwazim gur hespan bixwin"

Yasîn Becerîkliyê li mezraya Ayranciyê dijî ji bo ku hesp telef nebin hewleke mezin dide.

Becerîklî got ew hespan xwedî dike û hin gundî jî alîkariya wî dikin û kayê didin.

Becerîklî wiha axivî: "Ez rojê du danan hespan av didim. Di tewlê da alifê wan didim. Dema ka têrê nake gundî alîkariya min dikin. Ez naxwazim gur hespan bixwin. Vê zivistanê min 5 hesp girtin. Dema min ew dîtin ji birçî bûn û ji ber sermayê qefilî bûn. Li derva gelek hesp hene lê min nikaribû ez wan bigrim. Îhtimaleke mezin gur wan dixwin, an jî ji ber birçîbûn û sermayê telef dibin."

- "Hemû gund dizane ku me ev heywan ji çolê anîn"

Mehmet Şîrîn Becerîkliyê bavê Yasîn jî got wîcdana wî qebûl nake ku hesp telef bibin û wiha axivî: "Em biharê van heywanan berdidin mereyê. Xwediyên wan ên berê tên bêyî ku haya me hebe hespan dibin. Dema em li hemberî wan derdikevin jî, me bi diziyê sûcdar dikin. Hemû gund dizane ku me ev heywan ji çolê anîn. Me nehîşt gur û heywanên kovî wan bixwin. Em bi hevkariyê van heywanan xwedî dikin. Em diçin kayê berhev dikin û didin hespan. Dema em havînê dibin li ser çêm ji bilî ku haya me hebe hildidin û dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.