Abdullah Tel
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2020
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Qersê ya Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê ji bo hirç, kurebeşk, gur, rovî û gelek heywanên kovî yên li daristan dimînin birçî nemînin dest bi xebatê kirin û wê ji bo wan xwarin bê danîn.
Di nav daristanên li navçeya Sariqamîşê da gelek heywanên kovî hene û bi barîna berfê çar aliyê daristanê bi berfê çîl spî bû û heywanên kovî jî ji bo dîtina xwarin û xurekê wê zehmetî bikişînin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Qersê ya Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê li texma Çemê Keklîkê û Duzmeşeyê di nav daristanê da nêzî 200 kîlo ser û pê û hûr û rûvî danîn û ji bo çivîkan jî qasî 250 kîlo lextê ji genim û ceh pêk tê danîn.
Heywanên kovî yên li daristanan ji bo birçî nemînin û neqelin wê bo wan xebat bê kirin.
Şefê Parkên Neteweyî ya Çiyayên Allahuekberê Cengîz Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di rojên ewil ên berfanbarê da germahiya hewayê di bin sifirê da heta 13 pileyan daket û bal kişand ser rewşa heywanan.
- Li herêmê hirç, gur, rovî, gurebeşk û gelek jî çivîk hene
Koç destnîşan kir ku digel meha berfanbarê hewa gelekî sar e û heywanên kovî jî ji ber vê sir û seqemê zehmetiyê dikişînin û wiha domand: "Sariqamîş bi tenê ne bi turîzmê bi dewlemendiya jiyana kovî jî bi nav û deng e. Li vê derê hirç, gur, rovî, kurebeşk û gelek jî çicîkên curbecur dijîn. Ji bo ku ew di vê sermayê da zehmetiyê nekişînin me bo wan xwarin û xurek danî nav dar û deviyan."