Ahmet Aydın
11 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Metîn Ozbîlgînê 83 salî, nûnerê malbata Ozbîlgîna ku 3 nifş e hostatiya saetan dike, ev 70 sal e seatan digerîne, ji bo wan perçeyên nû çêdike.
Ozbîlgînê ku xwe weke pisporê "horolojî"yê ku tê saetgeriyê pênase dike, çîroka pîşeya xwe ya ku kalikê wî ji hostayekî Ermenî fêr bû, anî heta weke îro. Ozbîlgînê piştî ku bavê wî wefat kir hostatî hilda destê xwe, hê 13 salî bû hînî saetgeriyê bû û dema temenê wî bû 17 sal, dikaneke saetan ji xwe re vekir.

Ozbîlgîn 70 sal e, ji saetên dîwaran heta saetan kostekî, ji seatên serdestan heta saetên berîkan hemiyan tamîr dike û perçeyên wan ên yedek berhem tîne. Hosta Ozbîlgînê herwiha vê pîşeyê hînî kurê xwe jî dike û mala xwe jî bo vê pîşeyê bikar tîne.
Ozbîlgîn ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê re qala çîroka xwe kir û anî ziman ku 20 salan li Tahtakaleyê û 40 sal e jî li Fatihê di dikana xwe ya nuha de vî karî biser dibe.
Hostayê saetan destnîşan kir ku ev kar bo wî pîroz e, û wateyeke wê ya taybet heye.

Ozbîlgîn wiha axivî:
"Di jiyana rojane de, kesekî ku saet li se destê wî be, zû bala min dikişîne, lê heke kevin be ne ku saetên nû bin."

- "Em saetên dijîtal, bi saetan bernadin"
Ozbîlgîn anî ziman ku saetgerî karekî deqîq e û pêdivê bi teqez mirov ji hostayê vî karî hînî vê pîşeyê bibe û wiha got, "Saetên mekanîn hema bêje neman. Siberoja vî karî dê di saetên entîke de bimîne. Dê saetên nû elektronîk bin. Herû her diguherin, dawiya vî karî dê neyê. Tiştek bi navê saetên zîrek derxistin, dê kî van saetan tamîr bike, ev karê elektronîksazan ne. Em saetên dijîtal, bi saetan bernadin. Jixwe saeta li ser pîlan ti qîmetê wê nîn e. Bila çiqa bi qîmet be jî nayê firtotin. Lêbelê ku saet entîke be tê firotin."
Ozbîlgîn li dikana xwe ya ku navê Pisporê Horolojiyê Saetgerê Fatihê lê kiriye, saetan nimayiş dike û gelekî qîmet dide saetên berhemên dîrokî.