Barış Yalçınkaya
10 Sibat 2023•Rojanekirin: 13 Sibat 2023
Li Erzincanê hosteyên sobeyan ji bo erdhejzedeyan di atolyeyên xwe da sobeyan çêdikin.
Li bajêr hilberînerên sobeyan dest bi xebatê kirin da ku ji bo erdhejzedeyan sobeyan çêkin ku di sir û seqema zivistanê da di konan da necemidin.
Bîst û pênc esnafên xwebexş di atolyeyên xwe yên li Sîteya Hesinkaran a li Sûka Pîşesazan da dest bi hilberînê kirin û plan dikin ku 200 sobeyên êzingan ji herêma erdhejê ra bişînin.
Esnaf Mustafa Papuçcu diyar kir, li bajêr hilberîna sobeyan vê sezonê bi dawî bû, lê wan ji bo erdhejzedeyan cardin dest bi hilberînê kir.
Papuçcu got, wan digel esnafên xwebexş hêza xwe kir yek û wiha dewam kir, "Ji derva va jî hevalên me ji bo piştgiriyê hatin cem me. Em ê van kuta bikin û bişînin herêma erdhejê. Hedefa me ew e ku em heya êvarê 200 sobeyan xilas bikin. Li dikanên din perçe tên amadekirin em wan jî li vir bi hev va dikin."