Hêyva Sor a Tirkan û Sendîkaya Tarim-Îşê ji bo malbatên tirkmen ên ku ji ber pevçûnên li Iraqê terka malê xwe kirine bi hev re xebateke alîkariyê dan destpêkirin.
Berpirsyarê Alîkariyên Iraqê yê Hêyva Sor a Tirkan Şafak Lostar ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ê alîkariyên Sendîkaya Tarim-Îşê wê belavî hezar malbatî bikin û wiha dewam kir: "Îro ji bo gava yekem li Kerkûkê me alîkarî da 500 malbatan. Em ê li Silêmaniye û Hewlêrê jî alîkariyan belav bikin."
Hêyva Sor a Tirkan alîkarî da Tirkmenên ji Mûsil, Telafer û Iyaziyeyê yên li Kerkûkê.
Penaberan spasiya berpirsyarên Hêyva Sor a Tirkan û gelê tirk kirin.