HEKKARÎ
Heywanên ku ji germê aciz bûn ji aliyê xwediyê wan ve hatin hînikkirin, lewra gundiyan ji ber germê heywanên xwe birin çem û ew kirin avê û şûştin.
Welatiyên ku li gundê Otlûcaya Hekariyê dijîn, beriya mîhrîcana qûsandina berxan ji bo rihetiya heywanên xwe dixebitin.
Hewa germ e û gûndî jî him ji bo heywanên xwe hînik bikin û him jî ji bo ku hiriya wan paqij û nerm bikin wan di çem de dişon.
Bi vê şûştinê welatî him amadehiyên xwe yên beriya mîhrîcanê dikin û him jî heywanên xwe paqij dikin.
Welatiyan diyar kir ku ev mîhrîcan her sal tê lidarxistin û weke cejnê jî tê pîrozkirin.