Özkan Bilgin
22 Mijdar 2021•Rojanekirin: 24 Mijdar 2021
Guherîna avhewayê ya gerdûnî ji ber hişkayî û kêmbaranê li qada Gola Wanê jî tesîra xwe ya neyînî nîşan da.
Ji ber germahiya zêde îsal hilmûgilm gorî sala par zêdetir bû û avên di çem, newal, gol û bendavan da bûn jî kêm bûn û di Gola Wanê da jî ev kêmbûn li ber çavan e.
Gola Wanê ya gola herî mezin a Tirkiyeyê ye ji ber germahiyê li hin deran heta 2 kîlometreyî av vekişiyaye û li navçeyên Edremît, Ercîş û Muradiyeyê bi vekişîna avê va bendergehên berê û bermayiyên kelh û deverên dîrokî derketin meydanê.
Li ser dîmenên ji hewayê ku bi droneyê va di demên curbecur hatine kişandin da guherîna ser û berê golê xuya dike û radixe pêş çavan.
Gelek deverên ku berê di bin avê da bûn bi vekişîna avê û germahiya dinyayê va ziwa bûn û niha qadên bejayî ne.