Türkan Tosun
03 Hezîran 2020•Rojanekirin: 04 Hezîran 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe û pir ewrayî be, heta êvarê wê demdemî baran û taviyê bibare.
Germa hewayê li herêmê wê li gor demsalê wê di navbera 2 û 4 pileyan da be, piştî nîvro ji hêla bakur va bayekî xurt wê rabe, bahozeke demkurt wê (di saetê da di navbera 50 û 70 kîlomêtroyî da) wê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm a bi şev li Qersê 4, Agiriyê 7, li Erziromê 8, li Erdexanê 9, li Erzincanê 13 û li Îdirê 16 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 30, li Erzincan, Erdexan û Agiriyê 23, li Qersê 21 û li Erziromê jî 20 pile tê payîn
Rayedaran daxuyand ji ber ku ba wê hêza xwe xurt bike û bibe bahozê çêbibe divê welatî bi tevdîr bin û guhê wan li ser be, dibe ku dar welgerin û banê xaniyan bifirin.