28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
SAKARYA
Leyla Bekir ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê digel malbata xwe ji gundê Ayşeneyê revî û hat Sakaryayê. Leyla Bekir digel ku gelekî bêriya welatê xwe kiriye, lê disa jî ji bo siberoja zarokên xwe dixwaze li Tirkiyeyê bimîne.
Bekira 33 salî ya ku bi eslê xwe ji koçerên Qeyseriyê ye, ji ber ku mêrê wê ji ber şerê navweyî yê li Sûriyeyê nikaribû bixebite û debara xwe bike, ji neçariyê 4 sal berê xwe spart Tirkiyeyê.
Leyla Bekira ku digel mêrê xwe û 2 zarokên xwe dijî, digel ku gelekî bêriya welatê xwe kiriye, lê disa jî ji bo siberoja 2 zarokên xwe dixwaze li Tirkiyeyê bimîne. Herwisa Bekirê, çûna welatên Ewropayê jî hîç nafikire, dixwaze bibe hemwelatiyê Tirkiyeyê û digel malbata xwe li Tirkiyeyê jiyaneke baş derbas bike.
Bekirê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê wan pir zehmetî kişand û got ku eskerên alîgirên Esed, xelk wekî "terorîst" îlan kirin.
Bekirê got ku heroj esker dihatin gund û belasebeb însan tewqûf dikirin û wiha xeberda, "Dema ku bizanibûna ku hûn ji mixalefetê ne, ji sedî 1 jî li we merhemet nedikirin. Dengê bombe û tankan êdî psîkolojiya zarokan xerab dikir. Em timî di nava tirsê da bûn. Dema ku zarok diçûn dibistanê, me digot gelo dê vegerin? Timî em di nava vê tirsê da bûn. Êdî karê mêrê min jî xirab bibû, nikaribû biçe kar. Ji ber hindê me biryar da û em hatin Tirkiyeyê."
- "Nafikirim vegerim Sûriyeyê"
Leyla Bekirê bal kişand digel ku kekê wê pir dixwaze, lê ew naxwaze vegere welatê xwe û diyar kir ku zarokên wê li Tirkiyeyê mezin bûn.
Bekirê destnîşan kir ku lawê wê diçe pola 3yan, keça wê jî diçe pola 5an û wiha dewam kir:
"Êdî em li vir jiyana xwe serguh dikin. Xeyalê Elaeddîn ew e ku bibe polêsê hereketa taybet. Dema ku ji zarokan dipirsim, 'hûn dixwazin vegerin Sûriyeyê', dibêjin, 'na'. Bêriya Stenbolê dikin. Ji ber ku li Stenbolê hatine dinê, timî dixwazin biçin Stenbolê. Êdî welatê wan herwekî ku Stenbol e."
Kurapê Leyla Bekirê, Muhammed Bekir (26) jî got ku wexta xwe da, kalên wan li Qeyseriyê jiyane û ji koçerên Karatekelî ne.