ANKARA
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez: "Ez bawer im, serokên rêzdar yên welatên G20ê, ji çarenivîsa bi milyona însanên ku li hemî deverên cîhanê ji birçîna û ji feqîriyê dinalin ne bê xeber in. Herwiha ez bawer im ji wê trajêdiya yê ku Deryaya Navîn kiriye weke goristanê jî ne bê xeber in. Ew kesên ku olê ji bo armancên xwe yên ekstrem bi kar tînin ku xwe weke "milîtanên pîroz" dibînin, çawa hatine vê rewşê, pirsgirêkeke li ber çavên me hemiyan e."
Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez, nameyeke vekirî ji serokên welatên G20ê şand.
Gormez di nameye xwe da qala teqîna li Enqereyê kir û wiha pê da çû "Hê birîna komkujiya Enqereyê taze bû, êşa êrîşa Fransayê bi ser da zêde bû. Ez di wê baweriyê da me ku kes mîna me ji vê êşê fêm nake. Ev êrîş ne tenê li dijî Fransa, Ewropa û Rojava hatiye lidarxistin, di esil da ev êrîş, baweriya wan bi olekê hebe yan na, hez dikî bila xwediyê her çi baweriyekê bin, li dijî hemî mirovan aştîxwaz e hatiye kirin."
Gormez bi bîr xist ku ew weke endamê oleke aştîxwaz, berpirsê xizmeta olî û Serokê karûbarên Diyanetê li Tirkiyeyê, dixwaze bêje di nav xemgîniyeke mezin da ye û got, "Berî her tiştî ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Hevxemiya xwe bi giştî ji hemî mirovayetî û bi taybet ji gelê Fransayê ra destnîşan dikim. Ewên ku ev êrîşa hovane li dar xistine, yên ku bûne alîkar û yên ku wan bi kar tînin, ne rêza wan ji Xwedê ra û ne jî baweriya wan bi olekê heye. Îro roj ew roj e ku hemî mirovayetî ji nûve li ser van paradîgmayên ku rêxistinê terorîst qanî kirine, bisekine."
Gormez di nameyê da herwiha got, "Serokên Rêzdar, ev xak ew xak e ku ji wê dema ku mirovayetî li ser vê gerestêrkê dest bi jiyanê kiriye, bi bawerî, zanîn, felsefe û hikmetê geş bûye. Ew peyamên ku Xwedê teala, ji dema Hezretî Adem ve ji hemî mirovayetiyê ra ragihandine, li ser vê xakê vejiyane. Navenda avakirina çandê û şaristaniyeta qedîm ev erdnîgarî bi xwe ye. Bi wan nirxên ku hûn temsîl dikin, hûn serokên welatên pêşketî ne, ew welatên ku di warê lêgerîna çand û asoyê da, pêşengên cîhanê ne. Ew wesfên ku hûn xwediyê wan in, ew hêza ku hûn bi kar tînin, ew aboriya ku hûn kontrol dikin û ew pirsgirêkên siyasî yên ku hûn araste dikin, berpirsyariya we li ser çarenivîsa her yekî ji me zêde dike. Mirovahî îro bi wan kiryarên dilşikên yên di van çend sedsalên dawî da, digel hemî pêşkeftinên zanistî û teknolojîk, rûbirûyê komek midaxele û operasyonên siyasî ye, bi vî halî nirxên exlaqî yên hevpar, înisiyatifa aştiyê ya ku em bi hev ra lê xwedî derketine, tên îhmalkirin."
Serokê Karûbarên Diyanetê bal kişand ser bûyerên vê taliyê yên cîhanê û got, "Îro divê em li xwe mikûr werin, em rûbirûyê êşekê ne ku hemî cîhan pê diêşe. Kedxwarî, sitemkarî, xwe mezindîtin û biçûkdîtina yên hember qanûnên mirovayetiyê ku mirov dike mirov binpê kirine.
Xwe mezindîtin, çavbirçîtî, berjewandîparêzî û sitemkarî, bûye pirsgirêka me hemiyan. Ji hundir û derva hemî curê terorê bê navber, êrîşî mirovayetiya me dikin. Ev encama ku nîzama kaotîk ya tevlihevî derxistiye holê, siberoja me ya ku em bi şiklekî aştiyane tesewur dikin, roj bi roj bi tundî talan dike, jiyanê dike jehr û difetisîne."
Gormez qala rewşa feqîriya cîhanê kir û wiha domand,"Ez bawer im, serokên rêzdar yên welatên G20ê, ji çarenivîsa bi milyona însanên ku li hemî deverên cîhanê ji birçîna û ji feqîriyê dinalin ne bê xeber in. Herwiha ez bawer im ji wê trajêdiya yê ku Deryaya Navîn kiriye weke goristanê jî ne bê xeber in. Ew kesên ku olê ji bo armancên xwe yên ekstrem bi kar tînin ku xwe weke "milîtanên pîroz" dibînin, çawa hatine vê rewşê, pirsgirêkeke li ber çavên me hemiyan e. Dive ku em jibîr nekin îro ewên ku hikûm li çarenivîsa mirovayetiyê dikin, di heman demê da pêşengên avakirina hem şadî û hem jî hezîmeta wan in. Di rewşa heyî da mirov zêdetir bi dinyayê va hatine girêdan û ew kirine berjewendîxwaz û xweperest. Tebîet ku mala me ya hevbeş û welatê me ye êdî nema dikare me li ser xwe bigire."
Gormez di wiha domand, "Serokên Rêzdar, ev dinya ya me hemûyan e. Em misilman rojê 5 dana berê xwe didin Rebbê xwe û ji bo ku me ji rêya rast şaş neke û ji bo ku me ji rêya wan kesên ku hîdayet ji wan ra hatiye dayîn mustaqîm bike, em dia dikin. Daxwazeke ku bi qenciyê tê nasîn, daxwaza hevpar a misilmanan e. Em peyrevên dînekî wisa ne ku di vî dînî da zulm nayê kirin, dev ji edaletê nayê berdan, di nav mirovan da ji firq û cudahiya neteweyan ne jî firq û cudahiya çandan tê kirin, tu carî tewesulî van nayê kirin. Em wek mintesîbên dînekî wiha dibêjin ku ji halê mirovahiyê ku îro anîne vî halî bi fikar in.
Ji bo berjewendiyên welatê xwe hûn xebatên hûr û kûr dikin, ev yek tê fêmkirin, heta tiştekî ku meriv pîroz bike ye. Lêbelê îro pirsgirêkên cîhana mirovahiyê yek û yek me hemûyan têkildar dike û wek welat jî me têkildar dike. Pêşbaziyeke çekdarbûnê gelo wê sibê kîjan dergûşê di pêçeka wî da bikuje, yê ku vê yekê ferq dike ne pêkan e em tenê bin. Hin millet hene ku birçîbûn ji bo wan bûye şeklê jiyanê, feqîrî wek çand bi zorê bi wan dane qebûlkirin. Em wisa bawer dikin ku bi helwesteke we ya piçûk va jî ev millet ser xwe da werin.
Serokên rêzdar, weke ku hûn dizanin welatê min ji du milyonan zêdetir penaberan xwedî dike. Ew Behra Spî ya ku hûn di paceyên otelên lê dimînin da seyr û temaşe dikin, bû gora gelek penaberan. Pêlên behrê gelek cesedên dergûşan bi wijdan û merhemeta mirovahiyê va avêtin qeraxan. Ez ji dil û can bawer dikim ku, ew cesedên ku pêlên Behra Spî avêtin qeraxan û bedenên ku ji ber bombebarandinê revîn û di pêlan da xeniqîn, wê wijdana me şiyar bike û ev mijar wê bibe mijara sereke ya rojeva we.
Ez bi van hêstan ve dixwazim ku Xwedayê mezin felahê bide hemû alema mirovahiyê. Di mijara qedera nebaş a hemû heyberan sererastikirinê de baldarî û berpirsyariya we heye. Lê ez dixwazim destnîşan bikim ku hûn bi tenê mêjiyê xwe ve na, bi dilê xwe ve jî tevbigerin."
Gormez di nameya xwe de wiha got: "Di hemû dîrokê de ji vê erdnigariyê bayê aştî û silametiyê çûye dinyayê. Ez hevî dikim ku ev civîna we ya li welatê me bibe xeleqeke nû ji bo vê silametiyê û ji bo hemû mirovahiyê biryarên xêrê ji vê civînê derkeve. Ez yek bi yek ji we re dibêjim ku Xwedê qewetê bide."
news_share_descriptionsubscription_contact
