Muhammed Nuri Erdoğan
07 Îlon 2025•Rojanekirin: 09 Îlon 2025
Walîtiya Enqereyê ragihand ku sibê ji nîvê şevê û pê va ji bo giştiyê bajêr taviya baranê ya giran û bibirqonek tê payîn.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li gorî daneyên dawîn ên ji Navenda Analîz û Texmînê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hatin wergirtin, roja duşemê ji nîvê şevê û pê va taviya baranê û taviya baranê ya bibirqonek ya ku ji bo giştiyê Enqereyê tê payîn, dê bi navber û giran be.
Di daxuyaniyê da her wiha hat xwestin ku li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, zîpik, bayê gur û astengiyên veguhestinê welatî divê baldar û bi tedbîr bin.