GAZÎANTEP
Jinên ku ji ber şerê li Sûriyeyê revîbûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê li konbajarên ku lê dijîn ji aliyekî va jiyana xwe didomînin û ji aliyekî va jî li bendê ne ku vegerin welatê xwe.
Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê li welatê xwe revîn û ji bo ku ewledar e xwe sipartin Tirkiyeyê li Nizîpê di konbajaran da jiyana xwe didomînin. Jin di rojên firaqşuştin û cilşûştinê da tên cem hev û hewcedariyên xwe dibînin, di nav rojê da jî zarokan xwe amade dikin û dişînin xwendingehên li konbajêr.
Piştî ku zarokên xwe dişînin xwendingehan ji bo ku êş û jana xwe jibîr bikin diçin qursên pîşeyan û bi berhemên ku çêdikin va jî debara xwe dikin.
Jin dem bi dem dikenin lê belê dema ku dest bi axaftinê dikin meriv tirsa di çavên wan da rind dibîne. Jin îmkanên li Tirkiyeyê memnun in lê belê dîsa jî hesreta welêt di dilê wan da ye.
Zarok jî di xwendingehên ku di konbajêr da hatine avakirin da perwerdeya xwe didomînin û di nav rojê da bi dilê xwe dilîzin. Haya zarokên ji tiştekî tunin û bi kelîmeyên tirkî yên ku hinbûne va bi ziyaretvanan ra diaxivin û ji wan ra dibêjin "merheba", "çanî".
- "Êdî maleke me ya ku em bizvirinê jî tune."
Emîne Hamîsena ku bi 4 zarên xwe û mêrê xwe va di konbajêr da dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir sal û nîvek berê hat Tirkiyeyê.
Hamîsenê destnîşan kir ku di konbajêr da ji jiyana li Sûriyeyê baştir dijî û wiha got: "Bi taybetî jî beriya ku me koç kir rewş zehf xirab bibû. Jixwe cihê ku mala me lê bû hatiye bombekirin û tu tiştekî me nemaye. Êdî maleke me ya ku em bizvirinê jî tune."
Hamîsenê diyar kir ku ku li Tirkiyeyê mêvandariyeke baş li wan kirin û zarokên wan bi rihetî perwerdeya xwe dan dewamkirin û çi dibe bira bibe hesreta welêt histûyê meriva xwar dike.
Hamîsenê got ku her roj li hêviya wê rojê ne ku li welatê wan aştî bibe û rewş aramî be û wiha pê da çû: "Her şeveqê ku radibim pêşiyê ji Xwedê ra şikur dikim ku em hê dijîn, paşê jî dikevim nav xeyalên ku aştî hatiye welatê me."