Fatih Gazioğlu
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
ELAZIG
Welatiyên ku Zozanên Karogola ku li bintara Çiyayê Haserekê ya ku bilindahiya wê 2 hezar mêtro ye dijîn, her çend zehmet be jî li zozanan jiyaneke rengîn derbas dikin.
Zozaniyên ku li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn ji bo xwedîkirina heywanên xwe her sal diçine zozanan û heta hewa sar dibe li warê xwe dimînin.

Li Karakoçana navçeya Elezîzê welatiyên xudanpez jî her sal diçine Zozanên Karogolê.
Zozanî li vê derê êvarê zû radizin û serê sibê jî zûtirkê dest bi karê xwe dikin. Jinên bêrîvan piştî dotina şîr li ser sêlan nan dipêjin. Zilam jî bi heywanên xwe ra mijûl dibin û zarokên wan jî li best û rastan ji xwe re dileyîzin.
Gundî û zozanî piştî kar û barên xwe di binê konan de kom dibin û li vê derê bi bilûrê ji xwe re stranan dibêjin û bêhna xwe vedikin û roja xwe temam dikin.

Zozanî bi saya panelên tavê îxtiyaca ronahiyê pêk tînin û têlefonên xwe jî şarj dikin.
Abdulkadir Polatê zozanî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got 9 zarokên min hene û ev 30 sal e havînan tê zozanan û axaftina xwe wiha domand:

"Ez 72 salî me û ev 30 sal e têm û diçim. Li vê derê em 10 malbat in û em niha ji 2 hezarî zêdetir heywanî xudan dikin. Beriya min bavê min pez xwedî dikir û dihat zozanan. Niha ez bi zarokên xwe ra têm van deran. Zarokên me ji ber vê hewaya paqij kêfxweş in. Xwarina li vê derê jî bona me xweştir û baştir e. Zorî û zehmetî jî hene lê em li vê derê gelekî bextewar in."