06 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
VAN
Li Wanê Ahmet Sabirkayayê 75 salî piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ku di şeva 15ê tîrmehê da hat kirin, heta ber destê sibehê nobeta demokrasiyê digire.
Li Wanê bi hezaran welatî li Meydana Beşyolê ji bo nobeta demokrasiyê dicivin û Sabirkayayê 75 salî jî tevî welatiyên din heta dereng nobetê digire.
Sabirkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan ku derbeyên di 27ê Gulana 1960 û di 12ê Îlona 1980an da dîtiye.
Ahmet Sabirkaya diyar kir ku ji bo cardin derbe çênebe nobetê digire û got ku ev ji bo min xîret e.
Sabirkaya diyar kir ku ji bo hizûr û ewlehiya welêt her şev nobeta demokrasiyê digire û got ku nobet 22 rojan jî dewam bike ez ê bigirim.