Li Çataka navçeya Wanê pez û dewarên ku di mehên biharê da derxistibûn zozanan bi nêzbûna zivistanê ra hêdî hêdî tên jêr. Şivan û gavanên li pêşî û paşiya pez û dewarên xwe diçin û tên ji bo tiştek neyê serê heywanan hewl didin û bi şev û roj rêwîtiya xwe didomînin.