19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2017
AGRI
Şaredariya Diyadînê ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de ya Wezareta Karên Navxweyî lê qeyum hat tayînkirin, di çarçoveya xebatên alîkariya civakî da alîkariyê da hezar û 400 xwendekar û malbatên hewcedar.
Piştî ku Qaymeqam Mekan Çevîreya bi destê Wezareta Karên Navxweyî hat wezîfedarkirin, rêvebiriya teze dest bi xebatan kir.
Rêvebiriya teze ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê hewl dide û digel vê bi projeyên civakî alîkariya welatiyan dike.
Ekîbên şaredariyê li Diyadînê malbat û xwendekarên hewcedar tesbit dikin û ji bo çareserkirina kêmasiyan hewl didin.
Di çarçoveya projeya civakî de 4 tirên alîkariya xurek, amûrên qirtasiyeyê û ji bo xwendekaran mont û bot ku ji aliyê Şaredariya Enqerê hat amadekirin dan kesên muxtac.
Alîkarê Serokê Şaredariyê Salîh Yaşar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji roja ku dest bi karê kirine heta niha ji bo gelê Diyadînê xizmetê dikin. Yaşar wiha dewam kir: Em bi slogana "Diyadîneke Nû" derketine rê, em dixwazin welatekî xweş ji zarokên xwe re bihêlin. Ev jî bi saya perwerdehiyê mimkun e. Perwedehî tunebe tu tişt çênabe. Li ser vê ji pêşiyê me dibistan ziyaret kirin û hevkariya şaredarî-dibistanê pêk anî."
- "Xelk gelekî memnûn e"
Yaşar destnîşan kir ku di warê xizmet û perwerdeyê da barê mezin dikeve ser milên mamosteyan û wiha pê da çû:
"Mamosteyên me, ji bo ku li dû xwe welat û siberojeke geştir bihêlin, divê hestên biratiyê fêrî xwendekarên me bikin da ku xwendekarên me siberojê bibin rêberên me. Peywira me jî piştgiriya mamosteyan e. Divê em bi wan ra eleqedar bibin û kêşeyên çareser bikin. Em ji mamosteyên me çi der heqê dibistanê da çi jî der heqê xwendekaran da be, em agahiyan hîn dibin. Em alîkariya xwendekarên hewcedar dikin. Mehê carek be jî em digel mamosteyên xwe dicivin. Bona hezar û 400 malbatî alîkariya zad, bot, mont û cilûbergan hat. Me digel mixtarên taxan û Midûriyeta Alîkarî û Hevkariya Civakî ya Qaymeqamtiya Diyadînê îstişare kir û me xwe gihand gund û şêniyên herî dûr û alîkariya feqîr û xizanan kir. Xelkê me gelekî memnûn e."
Midûra Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy Tuba Kokçe jî ji ber arîkarî û îxtiyacên dibistanê ser navê xwendekaran spasî li Şaredariya Diyadinê kir.
Midûr Kokce wiha axivî:
"Min ji şaredariyê re gotibû xwendekarên dibistana me gelekî feqîr in. Gelek xwendekarên me bê mont, bê pêlav dihatin dibistanê. Di piyê hinekan de jî bi tenê şimik hebû. Şaredariyê arîkarî da me û gelek cil û melzemeyên qirtasiyê ji me re şandin. Em gelekî spasiya wan dikin."