Önder Beyter
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
MUŞ
Li Mûşê koçerên ku pez xwedî dikin yên ku zivistanê ji ber sermayê berê xwe didin herêma başûrê rojhilatê Anadoluyê, piştî ku hewa germ bû cardin vegeriyan.
Koçer Zekî Erikli ku di serê meha mijdarê da 300 pez hilda û çû meraya ku li Şanliurfayê kirê kiribû, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku 7 meh bi şûnda vegeriyan.
Erikli destnîşan kir ku li çiyayê Kurtika Mûşê zozana wan heye û herwiha ewê pezê xwe bibe wir û wiha pê da çû, "Em bi xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Ji ber hindê divê em ji bo pezê xwe ciyên guncaw hilbijêrin. Herêma Rojhilatê Anadoluyê havînê bona heywadariyê pir xweş e. Lêbelê zivistanê li vir pir berf dibare û gelekî serma çêdibe. Ji ber vê zivistanê li vir heywandarî pir dijwar e."
Suat Aktaşê şivaniyê dike jî destnîşan kir ku ev 20 roj e ew ji Şanliurfayê peya tên Mûşê. Aktaş got ku ew bi şev radiwestin, bi roj jî timî dimeşin.
Li nêzîkî Pira Muradê ya dîrokî bihurîna pez gelekî bala welatiyan kişand û herwiha welatiyan bi taybetî jî bi berxan ra wêne kişandin.