ŞANLIURFA
Îsot, rojên dawiya biharê tê çandin û havînê tê avdan û payîzê jî tê komkirin. Pişt re jî bi qamyonan dişînin cihên firotinê.
Malbatên ku debara xwe bi îsotan dikin, îsotên ku distînin dibin baxçe û mala xwe, li vir îsotan dişon, dendik û qemçên wan jê dikin.
Îsot bi destan tên jihevkirin û piştre li ser naylonan tên raxistin û di nav rojê de tê berepaşkirin. Îsot bi vî awayî tên hişkirin. Di nav çend rojan de rengê îsotê diguhere û li makînê tê xistin û bî rûnê zeytê ve tê bênderkirin û ew tama xweş û biriqokî digire.
Xebata îsot çêkirinê piranî bi hewldana jinan didome û li bazaran tê pêşkêşkirin. Kîloya îsotê li gor qalîteya wê di navbera 15 û 30 lîreyan de diguhere.
Germahî û tûjî zorê dide xebatkaran
Ayşe Bolat a ku di konên li zêviyen vala de hatine vegirtin de karê paqijkirin û firotina îsota dike diyar kir ku çiwalek îsotê bi 3-3.5 lîreyan paqij dikin. Bolatê wiha got: "Paqîjkirina îsotan tiştekî gelek bi zehmet e. Li ser vê tava rojê heye ku zêde zorê dide me. Lê belê em bi derfetên xwe vî karî dikin. Destûrmend ji bo me cihekî guncaw çêbikin dê rewşa me baştir be.
Mîthat Catinê ku bi salan e li qada Haşîmîyê di dikana xwe de biharatê difiroşe got ku îsotên biqelîte bi 30 lîreyî tê firotin.