ŞANLİURFA (AA) - Li Vîranşehîra Şanliurfayê piştî ku Xwedê sê zarok da Malbata Karaçayê hêjmara zorakên wan gihêşt 10an. Malbat bi 3 zarokên cêwî kefxweş bûn lê ji ber ku debara wan ne baş e, xemgîn in.
Mehmûd (36) û Zubide (32) Karaçay li taxa Pinarbaşiya ku 35 kîlometre durî navçeyê ye dijîn. Nêzî 20 roj berê sê zarokên cêwî hatin dinyayê.
Malbatê navên Nalîn, Narîn û Nûrûllah li zarokên xwe kir. Ji ber ku hêjmara zarokan zêde ye malbat tengasiyê dikşîne.
Bavê 10 zarokan Mahmûd Karaçay daxuyani da nuçegihanê AAyê û got ku rewşa zarokan baş e lê ji ber kêmasiya debarê zehmetiyan dikşînin.
Karaçay ji rayedaran alîkarî xwest û wiha got: "Birêz Serokomarê me di axaftinên xwe de dibêje sê zarokan bînin. Xwedê jî sê zarok dan me. Lê belê rewşa me ne baş e û em di tengasiyê de ne. Heke alîkariyê nedin min ez nekarim zarokan binêrim."
Dayîk Karaçay jî got ku ji zarokên xwe pir hez dike û digel hemû tengasiyan naxwaze zerokên xwe bide kesên din.