BALIKESÎR
Leglegên ku wek mizgîniya biharê tên zanîn, îsal li gor salên borî 20 rojan zûtir hatin navçeya Kepsûtê.
Legleg îsal 20 roj zû hatin hêlînên xwe yên li Kepsûtê û welatî ji ber hatina leglegan mat man.
Kepsûtiyan diyar kir ku îsal hewa bi piranî sar bû û got ku hatina leglegan destnîşan dike ku dê îsal hewa zû germ bibe.
Mehmet Ozdemîrê ku li navçeyê cotyariyê dike wiha axivî: "Legleg li Balikesîrê pêşiyê tên Kepsûtê. Li vir li ser banê her malê hêlînên leglegan hene. Di rewşa asayî de legleg di dawiya adarê de tên, di heman demê de gelek wênekêş jî tên. Îsal legleg zû hatin."