Hüseyin Yıldız,Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca
16 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2025
Li Îdir û Agiriyê ji ber sir û seqemê dar û beran qiravî girt, çem û robar qerisîn.
Li Îdirê germahiya hewayê di binê sifirê da heta 15 pileyan kêm bû.
Li dora Çiyayên Erezê yên li başûrê Îdirê û Çiyayê Agiriyê ji ber sir û seqemê qiravî çêbû.
Li herêmê ji ber hewaya sar dar, kevir û têlên ceyranê di bin qiraviyê da man û bandoreke neyînî li jiyanê çêbû.
Li Agiriyê jî hewa sar e.
Germahiya hewayê di binê sifirê da 6 pile hat pîvan.
Dîmenên çem û robarên qeşa girtine bi dronê hatin kişandin.