İbrahim Atmaca
02 Nîsan 2020•Rojanekirin: 03 Nîsan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, ji danê nîvro pê va heta êvarê li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê bi navber baran wê bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor şertên demsalê tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 8, li Erzincanê 4, li Tunceliyê 3, li Erzirom û Agiriyê sifir, di binê sifrê da li Qers û Erdexanê 2 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 18, li Erzincanê 13, li Tunceliyê 12, li Qers û Agiriyê 8, li Erziromê 7, li Erdexanê 6 pile tê payîn.