Türkan Tosun
28 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Li Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê tavî û baranê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê perçe ewrayî û li bakurê rojava jî dem demî wê pir ewrayî be.
Tê texmînkirin di serî da Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê li herêmê tavî û baranê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî kêm li Erdexanê 9, li Qersê 10, li Erzirom û Erzinganê 13, li Agiriyê 14, li Îdirê jî 16 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzinganê 31, li Îdirê 29, li Erzinganê 31, li Agiriyê 25, li Erziromê 23, li Qersê 22, li Erdexanê jî 21 pile be.