Ali Gazel
19 Adar 2025•Rojanekirin: 21 Adar 2025
Li Adiyemanê darên behîvan kulîlk vedan û dîmenên xweş derketin holê.
Adiyemana ku li Tirkiyeyê qada herî mezin a çandiniya behîvan lê tê kirin, bi hatina biharê ra mazûvaniya dîmenên balkêş dike.
Baxçeyên behîvan ên li ser qadeke bi qasî 112 hezar hektarî belav bûne, bi kulîlkên xwe yên spî û pembe vedane va siruştê car din zindî dikin.