Orhan Pehlül
11 Gulan 2021•Rojanekirin: 13 Gulan 2021
Li Adiyemanê di eydan da kilor tên çêkirin û jinan dest bi çêkirina kiloran kir.
Ar, şîr, toza pirpişandinê, kuncî, şekir, xoyê û maya dikeve nav hevîrê kilorê û li gundan di tendûran da, li bajêran jî ser sêlê tê pehtin.
Kilor li firûnan jî tê çêkirin û beriya eydê jin berhev dibin û zibare vê tehma herêmî çêdikin.

Ji ber ku di vê eydê da jî seba şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kes nikare here mêvandariyê, jin kiloran li cînarên xwe bela dikin.
Ayşehan Çîmendenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew berî her eydan bi cînaran ra kiloran çêdikin.
Çîmendenê diyar kir, merivên vê herêmê ji kiloran hez dikin û wiha dewam kir, "Ji piçûktiya min heta niha tê bîra min em beriya eydan dawiya remezanê kiloran çêdikin. Mêhvanên ku di eydê da tên, em didin ber wan. Ji ber şewbê em nikarin herin mêvandariyê û mêvanên me jî nayên. Ez ê jî li eqreba û cînaran bela bikim."