Orhan Pehlül
23 Sibat 2024•Rojanekirin: 24 Sibat 2024
Li Adiyemanê barîna zîpikê û baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Zîpika ku piştî nîvro li bajêr dest pê kir piştî demekê veguherî barana gur. Ji ber baranê li kuçe û kolanan gol çêbûn.
Welatî û şofêrên ku ji bo baranê amade nebûn, demên dijwar derbas kirin.
Ji ber zîpikê ser gelek wesayîtan spî bû.
Hin welatiyan ji bo ku zirar negihêje wesayitên wan, wesayitên xwe bi paçikan nixumandin.