Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
15 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2024
Li Agiriyê ji ber sir û seqemê Çemê Muradê qismî qeşa girt.
Li herêmê sir û serma tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.
Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 17 pile hat pîvan.
Paceyên wesayîtan qeşa girt, hin welatiyan betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe.
Çemê Muradê ya ku ji bajêr derbas dibe jî qismî qeşa girt.
Wêne û dîmenên hilma ku ji çem bilind dibe û qeşaya ku çêbûye bi dronê hatin kişandin.
Li navçeya Taşliçayê jî ji ber sermayê çem û robaran qeşa girt.