Abdullah Söylemez, Hüseyin Demirci
06 Nîsan 2026•Rojanekirin: 06 Nîsan 2026
Li Agirî û Qersê deverên bilind bi berfê nixûmîn.
Li Agiriya ku berf îsal li gor salên dawîn zêdetir barî, çiya çîlspî bûn.
Li herêmê hin cihan berf gihîşt 2 mêtroyan, li Aladaglar, Kosedag û cihên bilind dîmenên xweş derketin holê.
Dîmenên çiyayên ku bi berfa spî va hatine nixumandin û gundên ku berfê lê dihele, bi dronê hatin kişandin.
- Qers
Çiyayên ku Sariqamîşa navçeya Qersê dorpêç kirine, bi berfa spî nixumîn.
Li bajarê ku zivistan lê dijwar û dirêj derbas dibe, her çiqas bihar hatibe jî, li cihên bilind cî bi cî berf gihîşt 2 mêtroyan.
Çiyayê Allahuekber a ku bilindahiya wê 3 hezar û 180 mêtro ye, Çiyayê Soganliyê û Girê Kumruyê yên ku bilindahiya wan 2 hezar û 600 mêtro ye û Çiyayê Sîpanê yê Biçûk a ku bilindahiya wê 2 hezar û 900 mêtro ye û ji lûtkeya Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ya ku bilinahiya wê 2 hezar û 634 mêtro bilind e va têne dîtin, dîmenên xweş derxistin holê.